//
1
2
3
4

ترانه و شعر با صدای Ciwan Haco
Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwer kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyatiyê Berê min kete vê beriyê
Dikim nakim ji bîra min naçê Rewşa welat û baracê Çiya û newal û qelaçê Ez ne melek im xwediyê taçê
Kuro lawo welat xweş e Me jê bar kir rojên reş e Dijmin sote wek serxweş e Zilim û zorê me da meşe
Vê Bûharê gul bişkivîn Çol û çiya û dilê birîn Dil û navê min dikewgirîn Kanî welat û ala rengîn
Derdê welat pir girane Jêre divê jîr û zana Mejî û ziman ew dermane Wê xeleskin Kurdistana
Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwer kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyatiyê Berê min ket vê beriyê
آثار دیگر از Ciwan Haco