
ترانه و شعر با صدای Serhado
Yadê min qet şanî nekir Lê min derdê te fehm kir Min ev stran ji te re çêkir
Tu hevdeh salî bûy wexta ji welatê xwe çûyî Hati Ewropa sih û çar salên te li van deran dibûrî Tu ji bira'y xwe, ji diya xwe, ji welatê xwe dûr î Te xwe fêr kir li dibistana jiyanê fêr bûyî Bi fikrê insanên dora xwe dîtinê te çêbûn Deriyê dinyayê û rêya baş bi destên te vebûn Li dibistana zarokan şixûlî sal derbas bûn Dil şikest wexta apê te û bavê te ji dinyayê çûn Tu berketî, reng guherî wekî xwe jî nemayî Kulên te kur bûn ne bi tenê dil û can tu êşayî Nexweşî belav bû laşê te hemûyî tu şikayî Ji bo her sê zarokên xwe dîsa hildayî
Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
Tu dayika min ya delal e ji kurê dayika xwe me Dibêjin ez li te hatime dibêjin ez jî wekî te me Û ji bo em wekî hev in şerê me ji belî ne Nefsa me ne mezin e ê nefret dile me de nîne Bêhna te teng e ez jî barê milên te giran dikim Tu her roj ji min re dibêjî lê dîsa bi ya te nakim Hindik mabû ez bikevim rêyekî xirab Wexta min xirabî kir ruyê te hat ber çav Yadê ez dizanim te bi vî awayî mezin nekir Tu sekinî bû ji me re te em bi terbiye gîhandin vir Te jiyana xwe dayî me nabe te tenê spas bikim Dilê te nahêlim ez ê te serbilind bikim
Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
Yadê wa yadê tu yî agirê jiyanê Yeke wekî te yadê tune ye li dinyayê Tu nerûnişt, li malê, li derve tu bi xwe rabûyi Tu kurd î, tu jin î û tu hê jî serxwebûn î Tu gelek caran ketî lê serê xwe dîsa rakir Te em perwerde kirin wexta bavê me xebat kir Ez her tim şanî nadim lê ez qadirê te dizanim Yê tu îro ji min re dikî ez sibê heç ji bîra nakim Her tiştî ji hevdû re dibêjin tiştekî naveşêrin Tenê tu min nas dikî bê te naxwazim li vir bimînim Yadê ji te re çi lazim be ez ê herim ji tere bînim Lê heyatê de nikarim qenciya te vegerînim Ev xwîna te ye yê diherike nava laşê min de Bi dayikek serbilind wekî te yê min jî bilind e Dixwazim wê bibêjim ez ji te hez dikim ev spasdarî ye Dilê min de dinivisîne Rukiye
Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
آثار دیگر از Serhado