ترانه و شعر با صدای Xero Abbas
Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê
Tev bûne rewî, ketin ser rêyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan Ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê Ez mame xerîb, li nav xwediyan Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê
Jîyana min bû, wek şevek tarî Pişta min tewiya, ji bar Giranî Hêstir ji çava, ser rû dibarî Nebextê zemên, ku bimin dikarî Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê
Xew neket çava, dimînim şiyar Çav li riya wa, ji mir bûye kar Havîn zivistan, nabê wa hat bihar Xerîbî tucar ji mer nabê war
Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê
آثار دیگر از Xero Abbas