ترانه و شعر با صدای Dalshad Said, Czech National Symphony Orchestra & Kühn Choir Of Prague
Alê pirr şengî Tu warê şengî Alê pirr şengî Tu warê şengî Şingal tu warê Pirr ol û rengî Nîşanên kurdan Kew û çiya ne Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Kurdistanî Bêy pirsa dengî
Herdu rû yên te qîblet û şîmal Bejn û bala te çiyayê Şingal Herdu rû yên te qîblet û şîmal Bejn û bala te çiyayê Şingal Di eşqa te da eşîr şewitîn Sal û dewrana ferman û Enfal Aramî û Faris, Mengul û Roman Emewî û Ebasî û Alî Osman Etabik hatin Tevda derbasbûn Şingal tu her may Hêlîna kurdan Şingal tu her may Her may Her may hêlîna kurdan
Alê pirr şengî Tu warê şengî Şingal tu warê Pirr ol û rengî Nîşanên kurdan Kew û çiya ne Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Kurdistanî Bêy pirsa dengî
Newaxa Paşay, dijmin kirne der Fermana Ferîq, ew top û leşker Newaxa Paşay, dijmin kirne der Fermana Ferîq, ew top û leşker Xweragirya te, tevda bezandin Leşkerên Romê û hemû dagîker Xweragirya te, tevda bezandin Leşkerên Romê û hemû dagîker Baedra şêxa, Elî û Meyan ê Serê xwe hilda dijî ferman ê Serê xwe hilda dijî ferman ê Baedra şêxa, Elî û Meyan ê Serê xwe hilda dijî ferman ê
Piştî çend salan (salan) Dûrkirîn Sêwas (Sêwas) Bi serbilindî Zivrrîn Şêxan ê Bi serbilindî Bilindî Bilindî Zivrrîn Şêxan ê
Alê pirr şengî (Alê pirr şengî) Tu warê şengî Şingal tu warê Pirr ol û rengî Nîşanên kurdan Kew û çiya ne Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Tu Kurdistanî Kurdistanî Bêy pirsa dengî
Li nav awazan, Lawk û heyrana Kurrê te rabû, xandingeh dana Li nav awazan, Lawk û heyrana Kurrê te rabû, xandingeh dana Xweş tê guhê me dengê kewê nêr Biroyê Şerqî, kanya stirana Xweş tê guhê me dengê kewê nêr Biroyê Şerqî, kanya stirana Li tevgera kurd hatî meydanê Îlona mezin, li serhildanê Li tevgera kurd hatî meydanê Îlona mezin, li serhildanê Çeperê pêşyê Li sîngê dijmin Çeperê pêşyê Li sîngê dijmin Dergoşa şêran Şêran Şêran Li berxwedanê
Alê pirr şengî Tu warê şengî Alê pirr şengî Tu warê şengî Şingal tu warê Pirr ol û rengî
Tenbûra Şingal, her çarde perdan Çardey Tebax ê, girya ji derdan Tenbûra Şingal, her çarde perdan Çardey Tebax ê, girya ji derdan Sîba û Giruzêr, herdu wêranbûn Bi destên gemar, destên nemerdan Sîba û Giruzêr, herdu wêranbûn Bi destên gemar, destên nemerdan Li sêy Tebax ê Şingal rimandin Gurên reş hatin Xezal revandin Kobanî Şingal yekbûna kurdan Carek din xewn û hîvî vejandin Digel vê hemû Zorya zordestan Şingal tu her may Xaka Kurdistan Şingal tu her Şingal tu her may xaka Kurdistan