ترانه و شعر با صدای Mem Ararat
Min dit ew çîyayên bê deng Bi dengê te bi hewar e Çar hêlê xwe vexist agir Lê ew ne intîxar e
Qêrînên te bê hempa bû Hişbûnên te jî wisa Li gel bayê xerbî Tu xortekî kal î
Qêrînên te bê hempa bû Hişbûnên te jî wisa Li gel bayê xerbî Tu xortekî kal î
Lê mirin bi te şa nabe Tu mayî ji sibeha Lê mirin bi te şa nabe Tu mayî ji sibeha
Ji evînê tu qut nebûbûyî Û ji tevahiya jînê Pey te payîz xalî bû Te hêz daye evînê
Ji evînê tu qut nebûbûyî Û tevahiya jînê Pey te payîz xalî bû Te hêz daye evînê
Min dit çiya lalek bû Tu jê re buyî hawar Bi dengê te şînbû hêvî Rengîntir bûye bihar
Qêrînên te ew zindî bû Hişyar bû ji xewa giran Bûye teyrek firî bû Venişt li bilindahiya
Qêrînên te ew zindî bû Hişyar bû ji xewa giran Bûye teyrek firî bû Venişt li bilindahiya
Nexşeya evînê xem e Şopê wê ma li payiza Nexşeya evînê xem e Şopê wê ma li payiza
Pel diweşînin loma Mizgîn dide ji bihara Pel diweşînin loma Mizgîn dide ji bihara
Dara hesretê ye dinya, keko Bêyî xema stewre ew Erdnigariya şahiya wenda ye hêjî Tê gotin, bi ber ava çemekî ketiye Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye Li deverek biyanî, lê ne gelekî dûr Dibe ku bi qasî mijangên xwe nêzîk Lê ew dîsa jî wenda ye Ew li wir ketiye Li ku lal bûbe çivîkek Li ku giriyabe zarokek Li ku êşiyabe birînek Xatirxwestinên bê wext para kê be Qêrînên herî delal yê wan e, keko
آثار دیگر از Mem Ararat