ترانه و شعر با صدای Xero Abbas
Gulamin hey gulamin Gulamin sor gulamin Gulamin hey gulamin Gulamin sor gulamin Tu evîna dilê min Gulamin sor gulamin Tu evîna dilê min Gulamin sor gulamin
Çîyayê Cudî bejna te ye Gulamin hey gulamin Xemla newroz cejna te ye Gulamin sor gulamin Dil şawîtî ji dîtna te ye Gulamin hey gulamin Rengê te ser ala min e Gulamin sor gulamin
Soz e, dîl peymanê te ye Gulamin hey gulamin Xwîna min dermanê te ye Gulamin sor gulamin Min çav li fermana te ye Gulamin hey gulamin Tu cejn û sersala min e Gulamin sor gulamin
Min dil evîndara te ye Gulamin hey gulamin Ji mêj ve xwîndara te ye Gulamin sor gulamin Can fîda guhdara te ye Gulamin hey gulamin Rewşa te pergala min e Gulamin sor gulamin
Ez bend û hawara te me Gulamin hey gulamin Xîçek ji nîgara te me Gulamin sor gulamin Hişyar û xemgînê te me Gulamin hey gulamin Tu hêsrên çavê min e Gulamin sor gulamin
آثار دیگر از Xero Abbas