ترانه و شعر با صدای Xero Abbas
Wa narê lê Narînê lê lê yarê lê narînê Narê Bandikim tu li kuy e çima nayê wa narînê lê lê yarê Tenê me bê te nabe, sebram nayê lê narînê lê lê yarê
Îroji malê derketim Bi pey şopa Narê ketim Kolan kolan ez geriyam Westiyam ji hêl da ketim
Min li derî da, ne li malê bû Ne li banî ne li xwarê bû Li bin siya darê bû Ne li cîranan ne li Tarê bû
Min têr kişand derdê Narê Mam li benda te êvarê Derî vebû Narê dihatê Lê nehat cem min vê carê
Min dî Narê derî vekir Burhek danî û yek rakir Destê nazik giran hilda Bi çav û dil min silav kir
Ne ez bûm ê westiyayî Ne Narê bû a nexuyayî Dema Narê ji min pirsî Çima îro ji bîr mayî? Weke îro me hev dîbû Me têr li hevdû nêrîbû Soz her sal em bên vir Narê çû bû, min nedîbû
آثار دیگر از Xero Abbas